NûçeRojhilatanavinYemen

152 eskerên erebistanî ketin ber gullên nîşanbazên yemenî

Artêş û komîtên gelanî yên Yemenê li dewama operasiyona xwe ya leşkerî li dijî dagîrkerên erebistanî derbe û xisarên giran li wan xistin bi curekê ku 152 eskerên rejîma Alê Seûd bi gullên nîşanbazên yemenî hatine kuştin.

Li gor rapora televîzyona El-Mesîreh, nîşanbazên artêş û hêzên gelanî yên Yemenê Sibata bihurî li 31 operasiyonan 36 eskerên Erebistanê kuştin.

Pêştir jî li operasiyona artêş û hêzên navça Cîzanê li 24 operasiyonan 27 eskerên erebistanî kuştin û nîşanbazên artêşa Yemenê jî li 4 operasiyonan 5 eskerên Erebistanê kuştin û li 3 operasiyonan li Esîrê 3 eskerên din ên Erebistanê kuştin ku li van operasiyonan jî sercem 36 eskerên Erebistanê hatine kuştin.

Li Çileya sala 2017 jî 33 eskerên Erebistanê bi destê nîşanbazên artêş û hêzên gelanî yên Yemenê hatine kuştin û li du mehên kutahiya sala 2016 jî 93 eskerên Erebistanê bi destê hêzên yemenî hatine kuştin.

Bingehên nûçan ragihandine ku li 4 mehên bihurî jî 152 eskerên Erebistanê bi destê hêzên gelanî û artêşa Yemenê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu