IraqNûçeRojhilatanavin

Alîgirên Sedr li Kerbelê derketin kolanan

Bi sedan kes ji alîgirên koma Sedr li rojavaya parêzgeha Kerbelayê derketin kolanan.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Sûmiriyê, alîgirên koma Sedr a Iraqê xwestin ku parlimana vî welatî dewleta teze ya serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî erê bike.

Beşdarên iraqî li xwenîşandana roja îniyê, 1`ê nîsana 2016`an, her viha li ser pêwsîtiya mayîna parlimanê li ser erkên diyarkirî û cihanîna rêforman bi saya nasandina dewleta kabîneya teze pêgirî kirin.

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî pêncşemiya buhurî endamên teze yên kabîneya dewleta vî welatî bo parlimanê dan nasandin.

Rêberê koma Sedra Iraqê, Muqteda Sedr rêformên plankirî yên serokwezîrê vî welatî, Heyder Ebadî, ji bo sekinîna li hemberî gendeliyê li dewletê pêngaveke wêrekane û giştalî da zanîn û li ser pêwîstiya erêkirina parlimanê ya wezîrên teze pêgirî kir. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu