EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Alimekî dînî yê navdar ê sune yê Efganistanê qedrê Îmam Xumêynî (RE) girt

Alimekî dînî yê navdar ê sune yê Efganistanê qedrê Îmam Xumêynî (RE) girt û ew wekî kesayetîyê dubarenabe yê dîroka hevdem zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, molewî Evdilqadir Ibrahîmî şeva buhurî li kombûnekê ku bi boneya rêzgirtin û bibîranîna 29`emîn salvegera koça dawîyê ya Îmam Xumêynî (RE) û yekem şeva Qedrê li şarê Kabol paytexta Efganistanê hat lidarxistinê, got: Îmam Xumêynî (RE) mînaka cîhana islamê ye û misilman bi peyrevîya ji şêwaza wî ji bo rizgarkirina xwe û islamê ji davika dijminan hewil didin.

Mihemed Hesen Ceiferî serokê Partîya Rifaha Netewî ya Efganistanê jî li vê merasimê got: Kesayetîyek wekî Îmam Xumêynî (RE) li dîrokê kêm xûya dike ji ber ku wî hertim pêgirî li ser berxwedana li hemberî zorbêjan û dijminên mirovantîyê dikir.

Ceiferî, Îmam Xumêynî wekî Hişyarkirê Cîhanê bi nav kir û got ku roja îro zorbêjên cîhanê nemaze Amerîka ji cîgeh û hizra wî ditirsin, lewma Amerîka dixwaze bi zextên curbicur Îranê bitewîne.

Îro hevgavê 30`yemîn salvegera koça dawîyê ya Îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Inqilaba Islamî ya Îranê, tirba wî mazûvana bi milyonan kesên tazîdar e ku ji seranserî Îranê xwe gîhandine vê mezargehê ta ku nîşan bidin evîna wan têkildarî Îmam Xumêynî bêbin û bêdawî ye.

Merasima rêzgirtin û bibîranîna Îmam Xumêynî (RE) îro danê êvarê di siet 17:30 de li mezargeha wî hat lidarxistin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu