ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetulah Seyid Mihemed Şahrûdî: Yekîtî sedema herî girîng a vejiyandina pênase û çanda îslamî li cîhanê ye

Nûnerê weliyê feqîh ê li parêzgeha Kurdistana Îranê got: Parastina yekîtiyê erka her misilmanekî ye, ji ber ku yekîtî sedema herî girîng a vejiyandina pênase û çanda îslamî li cîhanê ye

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê malpera ragihandinê ya nivîsgeha nûnerê weliyê feqîh ê li parêzgeha Sineyê, aytulah Seyid Mihemed Şahrûdî di civîna li gel berpirsên saziyên çandî yên parêzgeha Kurdistana Îranê meha Remazanê li wan pîroz kir û got: Civîn û kombûnên zaniyarên olî û rayedaran pirr girîng e, ji ber ku ev yek dibe sedema yekîtiyê.

Wî diyar kir ku Îran çavkaniya şaristaniya îslamî ye û wiha got: Roja îroyîn li cîhanê di navbera şaristaniya îslamî û şaristaniya madî ya rojava de lêkdan û şer heye û ev şerê şaristaniyan piştî çêbûna înqilaba îslamî dest pê bû.

Ayetulah Şahrûdî di beşek ji axaftinên xwe de bal kişande ser xebatên dezgeh û saziyên çandî yên li parêzgeha Sineyê û wiha got: Parastina yekîtiyê erka her misilmanekî/ê ye, ji ber ku yekîtî sedema herî girîng a vejiyandina pênase û çanda îslamî li cîhanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı