ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Cenetî bû serokê meclisa şarezayên rêberiyê ya Îranê

Ayetullah Cenetî li civîna yekem a meclisa şarezayên rêberiyê bi 51 dengan wekî serokê vê meclisê hate bijartin.

Li gor rapora ajansa ISNA’yê, Dewra pêncan a meclisa şarezayên rêberiyê îro sêşemê bi hizûra gelek ji karbidestên Leşkerî û siyasî yên Îranê bi peyama rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî destpê bû.

Li destpêka dewra pêncan a meclisa şarezayên rêberiyê , piştî ku Ayetullah Cenetî raporek li bara çawaniya birêketina hilbijartina vê meclisê pêşkeş kir, endamên vê meclisê sûnd xwarin û paşê wan naveroka sûndnamê îmza kirin.

Hilbijartina dewra pêncan a meclisa şarezayên rêberiyê 26 Sibata 2016 li seranserî Îranê bi rê ket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı