Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Azadkirina birek ji jinên Êzdî li Iraqê

Hêzên iraqî karîn li opersiyoneke veşartî birek ji jinên Êzdî ku hêsîrê destê terorîstên DAIŞ’ê bûn azad bikin.

Li gor rapora ajansa Roytirzê, Wezareta berevaniya Iraqê li daxûyaniya xwe ya çarşemê ragihand ku birek ji jinên Êzdî azad bûn lê nehatiye ragihandin ku hejmara van jinan çiqas e û ewna li kî derê û kengê hatine azadkirin.

Grûpa têrorîst a DAIŞ’ê di havîna 2014 da nîzikî 5 hezar jin û mêrên Êzdî yên navça Şengalê li bakûra Iraqê hêsîr girtin.

Xebatkarên medenî ragihandine ku li vê midehê nîzikî 2 hezar ji wan êzdiyan revîne yan jî bi qaçaxî ji erdên ku DAIŞ’ê li nav axa Iraqê û Sûriyê dagîr kirine hatine derxistin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu