IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina devereke din li rojavayê Iraqê

Bi saya hewldana hêzên Iraqê devereke din ya vî welatî li parêzgeha Enbarê ji bin lepên terorîstan derket.

Li gor rapora malpera Sumeriya Newsê ya Iraqê Dawûd Deylemî serokê konseya bajarê devera Bexdadî li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê duh ragihand ku hêzên ewlehî û artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên eşîretî yên herêmê karîn devera Cube li bakûra Bexdadî ji bin lepên terorîstan derxin.

Berî viya jî hêzên iraqî karîbûn ku gundê Edûsiyê li devera Cubeyê azad bikin.

Li vê navberê de çavkaniyên herêmî yên bajarê Xalidiye li rojhilata bajarê Remadî ragihandin ku hêzên iraqî, êrişa berfire ya terorîstên DAIŞ`ê ser devera Bûîseyê bê encam hêştin û herî kêm 80 kes ji çeteyên DAIŞ`ê kuştin.

Ji aliyê din ve jêderên iraqî ragihandin ku di navbera hêzên gelanî û eşîretên iraqî û grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li derdora bajarê Hedîsê ya parêzgeha Enbarê şerekî giran qewmî ku di encamê de 8 hêzên iraqî û 6 terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı