FilistînNûçeRojhilatanavin

Berteka rêxistina xwerêvebir a Filistînê li hember kolandinên li Qudsê

Rêxistina xwerêvebir a Filsitînê li bara kolandinan bin bajarê Qudsê hişyarî da.

Li gorî rapora îro ya ajansa nûçan a Qudsê, wezareta karên derve ya Rêxistina xwerêvebir a Filsitînê li daxuyaniyekê bal kişand ser kiryarên xirabkarane yên siyonîstan li bajarê Qudsê û destnîşan kir ku kabîneya zêdegav a Binyamîn Netenyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîst hemî zirûfên xwe jibo şerekî giştalî li dijî Qudsa rojhilat bi armanca kemilandina operasyona cihûkirinê bi kar aniye.

Li vê daxuyaniyê hatiye ku Îsraîlê jibo guhertina rûveka bajarê Qudsê û nasnameya erebî û filistînî ya wê her cure opersyonên xirabkarane dike.

Rejîma Îsraîlê dil heye ji bo pînekirina plana xwe ya nû ser navê `Qudsa dudiyan` li Filistînê bi mehna peydakirina bajarê kevnare û dîrokî yê `Memleketa Dawûdi` bi kolandinên kevnarenasiyê li Qudsa dagirbûyî bajarekî li jêrî erdê li bin wê ava bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı