EwropaNûçeRojhilatanavin

Biryarnameya komîteya peywendiyên derve ya kongreya Amerîkayê ji bo piştgiriya ji Munafiqînê

Komîteya peywendiyên derve ya kongreya Amerîkayê tevî pesendkirina biryarnameyekê xwest ku bermayiyên endamên Munafiqînê li kampa Lîbitriya Iraqê bên piştgirîkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê, komîteya peywendiyên derve ya Amerîkayê roja çarşemiyê, 18`ê Gulana 2016`an, bi dengên piranî biryarnameyek pesend kir ku têda dewleta Amerîkayê erkdar dike ku hevkariya tev dewleta Iraqê ji bo dabînkirina ewlehiya endamên Munafiqînê yên kampa Lîbirtiyê bike.

Serokê komîteya peywendiyên derve ya kongreyê berî pesendkirina vê biryarnameyê bi gotina viya ku li cotmeha sala 2015`an bîst û sê kes ji rûniştiyên kampa Lîbirtiyê ji ber êrîşa bi rokêtan hatine kuştin, idia kir wan hin agahî wergirtine li ser esasa viya ku Îran li halê amadekariya êrîşeke demnêzik li dijî rûniştiyên kampa Lîbirtiyê ye.

Wî her viha got: Li ser vê easê, biryarnameya pesendkirî ji dewletên Amerîka û Iraqê dixwaze ku parastina pêwsît ji bo rûniştiyên kampê pêk bînin û vê dilniyayiyê bidin ku bilez wan ji Iraqê derxinin û bişînin Albaniyê ku ciyekî ewleh e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı