IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

DAIŞ’ê 19 jinên kurd ên iraqî bi saxî li nav êgir şewitandin

Endamên grûpa têrorîst û tekfîrî ya DAIŞ’ê, 19 jinên kurd ên iraqî li bajarê Mûsilê li bakûrê Iraqê, bi saxî û zindî li nav êgir şewitandin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Ara News’ê, ji zarê Evdileh Muelî, çalakvanê xwecî, tekfîriyan ji ber ku van keçikên êzidî nexwestine ku bi endamên DAIŞ’ê re bizewicin û xizmeta wan bikin, xistine qefeseka hesinî û li navenda Mûsilê danîne û paşê agir berdane wan.

Şehedekî ku nexwest navê wî were gotin, got: Ev 19 keçik, bi awayekî zindî li ber çavên bi sedan kesî hatine şewitandin û tu kesek jî nekarî karkî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı