NûçeRojhilatanavinSûriye

Daxûyaniya artêşa Sûriyê li bara operasiyona ser Hesekê

Qumandehiya artêşa Sûriyê li daxûyaniyekê ragihand ku liv û tevgerên hêzên eskerî yên YPG ku ser bi PKK ne, bûne sebeba êrişa artêşa Sûriyê ser bajarê Hesekê.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Qumandehiya giştî ya artêşa Sûriyê li daxûyaniya xwe ragihand ku ji ber liv û tevgerên vê dûmahîkê yên hêzên asayişa YPG ku ser bi PKK ne li bajarê Hesekê û kiryarên wekî êrişa ser navendên dewletê, qaçaxa niftê, teitîlkirina medresan, rehîngirtina welatiyên sûrî û alozîçêkirina nav vî bajarî bûne sebeba êrişa artêşa Sûriyê ser vî bajarî.

Li vê daxûyaniyê hatiye, ev liv û tevgera hêzên asayişa YPG li nav bajarê Hesekê hema bixetertir dibûn û bibûn sebeba nîgeraniya xelkê bajêr û wan ev bajara xistibûn ber mehsera xwe û carina jî pêgehên artêşa Sûriyê li vî bajarî topbaran dikirin ku ev xebata wan bibû sebeba kuştina xelkê sivîl û hêzên artêşa Sûriyê, loma artêş neçar bû ku êrişî ser vî bajarî bike.

Eva li halekî ye ku wezareta berevaniya Amerîkayê duh îniyê jî ragihand ku hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê bona piştevaniya mişêwirên xwe yên eskerî ku bona alîkarîdayîna bo kurdên Sûriyê şandibûn Hesekê, firokên şerî yên xwe dişîne Hesekê.

Amerîka, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bakûra Sûriyê, hêzên çalak yên dijî terorîstan li Sûriyê dizane û çek û sîlahan dide wan û mişêwirên xwe bona perwerdekirina hêzên YPG şandine Hesekê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu