AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Derxistin û firotina nifta Îranê zêde bûye

Wezîrê nifta Îranê dibêje ku piştî îcra bûna naveroka rêketina navokî dinavbera Îranê û grûpa 5+1 û îbtalbûna boykotên dijî Îranê derxistin û firotina nift û mel û melên niftî yên Îranê du beranber bûye.

Li gor rapora ajansa IRNA’yê, Bîjen Namdar Zengene Wezîrê nifta Îranê li gotinên xwe yên êvara duh şemiyê li civîna ”Rêketina navokî, abûra berxwedanî û mecal û zirûfan” destnîşan kir; Rewşa bazara cîhanî ya niftê wisaye ku Îran dê bikaribe hema wekî dewrana pêş boykotan niftê bifroşe bazarên cîhanî.

Zengene bilî hejmartina xêr û qazancên rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 û got: Niha em tesîra hilanîna boykotên dijî Îranê hês dikin.

Birêveberê karûbarên navnetewî yê kompaniya netewî ya nifta Îranê jjî ji Zêdebûna firotina nifta Îranê bo Ewrûpa hetanî 800 hezar bermîl li rojê xeber da.

Muhsên Qumserî birêveberê karûbarên navnetewî yê kompaniya netewî ya nifta Îranê li gotûbêja xwe ya duh şemiyê tev rojnama Îran, çapa Têhranê bal kişande ser viya ku Ewrûpa niha dil heye sedî 40 ji nifta îxracatî ya Îranê bikire destnîşan kir; Piştî îbtalbûna boykotên dijî Îranê, sedî 60 ji nifta Îranê bo welatên Asiyayî û sedî 40 jî bo welatên ewrûpî tê firotin û Îran rojê 800 hezar bermîl difroşe Ewrûpa.

Birêveberê karûbarên navnetewî yê kompaniya nifta Îranê Muhsên Qemserî herwiha got: Li van 4 mehên ku ser îmzaabûna rêketinnam navokî di navbera Îranê û grûpa 5+1 de derbas dibe û boykotên dijî Îranê hatine hilanîn, Îran rojê zêde ji 3 milyon û 800 hezar bermîl niftê dertêxe ku rojê milyonek û 800 hezar bermîl nift li nav Îranê palîn dibe û nifta din jî dişîne nav bazarên cîhanî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı