ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Seyarî: Hêza Behrî ya Îranê hewcetî bi teknolojiya biyaniyan tune

Qumandê hêza deryayî ya artêşa Komara îslamî ya Îranê got: Îran li halê çêkirina papor û mûşek havêjên deryayî yên pêşketiye û îdî hewcetiya Îranê bi kirrîna amêrên teknolojiya behrî ji rojava tune.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, EmîrDeryadar Hebîbullah Seyarî  şeva duşemê li Gurganê li bakûra Îranê bal kişande ser pêşketina hêza deryayî ya Îranê û got: Gelek kêm in welatên ku papûr şikenan çê dikin û roja îro Îran jî ketiye nav van welatên ku ev teknolojî û seneta xistiye destê xwe û dijmin nikare vê yekê qebûl bike.

Wî got: roja îro pisporên îranî li hêza deryayî mijûlî çêkirina Noqavan in.

Emîr deryada Hebîbullah Seyarî qumandê hêza deryayî ya artêşa Îranê bal kişande ser meşqên serketî ylên ku hêza deryayî ya Îranê birê dixîne û got: Peyam û hedefa meşqên wekî welayeta 95 aşitî û dostiya Îranê tev welatên navçê û nîşandana karayiya berevanî û zêdekirina ewlehiya navçê û şerê dijî terorîzma behrî ye.

Wî destnîşan kir: Qonaxa sereke ya meşqa deryayî ya hêzên behrî yên artêşa Komara îslamî ya Îranê ya ser navê Welayeta 95`an bi pişkdariya qomandê hêza deryayî ya artêşa Îranê û li navçeyek bi panî û berîniya 2 milyon kîlometrên çarkunc ji tengava Hormizê heta behra Umanê , ji bakûra Oqyanûsa Hindê û heda 10 derece ya xeta ostivayê destpê bû.

Emîr deryada Hebîbullah Seyarî qomandê hêza deryayî ya artêşa Îranê ragihand ku hedefa meşqa welayeta 95 peyama aşitiyê û dostiya Îranê bo welatên navçê, nîşandana karayiya berevanî û zêdekirina ewlehiya navçê û şerê dijî terorîzma behrî ye ta ku welatên cîhanê pê bihesin ku bona dabînkirina ewlehiya deryayî dikarin ji alîkariyên Îranê jî behre bigrin.

Emîr deryada Hebîbullah Seyarî destnîşan kir ku hêza behrî ya Îranê heta niha li hemberî dizên deryayî alîkarî daye 25 gemiyên welatên cîhanê ji wan Amerîka, Ingilîz û Fransayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu