CîhanEfrîqaEwropaNûçe

Di prosesa çekdanînê ya milîtanên FARCê de ku 1ê Adarê destpê kiribû de, beşa yekem a çekan hatin radestkirin

Endamên FARCê di prosesa çekdanînê de, ji bo destpêkê 140 çekên xwe radestî çavdêrên Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

Di daxuyaniya NYyê ya Komîsyona Kolombiyayê de hat ragihandin, FARCê 140 çekên xwe radestî Mekanîzmeya Şopandina Agirbestê û Çavnêrîya Piştrastkirinê (MM&V) kirine.

Herwiha hat gotin ku hewildanên endamên FARCê yên li 26 herêmên civandinê û beşdarbûna nav civakê yên hatine diyarkirin berdewam dikin. Hat gotin, ji bo îmhakirina cebilxane û teqemeniyan jî xebat hatine destpêkirin.

Bi vê hewildana dawî re, FARC a ku zêdeyî 50 sal in şerê çekdarî dike, xatir ji şerê çekdarî dixwaze. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu