BehreynNûçeRojhilatanavin

Dilgiraniya Saziya Çavdêra Mafên Mirovan ji rewşa Behrêynê

Saziya Çavdêra mafên Mirovan ji bêdengî û sersariya Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareserkirina rewşa Behrêynê bi tundî dilgianiya xwe dioyar kiirye.

Li gorî rapora Press TV`yê, Saziya Çavdêra mafên Mirovan roja çarşemiyê li raporekê bal kişander ser gurrbûna rewşa Behrêynê li nîveka duyem a sala 2016`an û ragihand: Êrîşên rêjîma Alê Xelîfe li dijî azadiya gotinê û dijayetiya digel lidarxistina kombûn û civînan li vî welatî zêde bûne.

Saziya Çavdêra mafên Mirovan bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî binpêkirina mafên mirovan li Behrêynê wek hokara zêdebûna tundiya rêjîma Alê Xelîfe da zanîn û ji Konseya Mafên Mirovan a NY ku biryarên lezgîn derheq xerabiya rewşa vî welatî bide.

Vê saziya navneteweyî her wiha tevî daxwaza ji bo hilkolandina hilweşandina `Civata neteweyiya El Vêfaqa Behrêynê` ku koma herî mezin a şîe ya dijber li vî welatî ye, bi bîr xist: `Mafê welatîbûnê yê rexnekirên behrêynî ji aliyê rêjîma Alê xelîfe va hema wisa tê binpêkiriin`.

Saziya Çavdêra mafên Mirovan ji Konseya Mafêîn  Mirovan a Behrêynê xwest ku mijara mehkemekirina Nebîl Receb çalakê mafên mirovan ku hema wisa li zîndanên Alê Xelîfe zîndanî ye, hilkolîne.

Rêjîma Alê xelîfe Nebîl Receb tawanbar kiriye ku derew belav kirine û bêhurmetî li wezareta karên hundir a vî welatî kiriye.

Gelê Bejhrêynê ji Sibata sala 2011`an va bi xwenîşandan û nerazîtiyên nav kolanan, dixwazin ku rêjîma Alê xelîfe bê wêdadayîn û zîndaniyên siyasî bên azadkirin.

Nerazîtiyên şeşsalî yên gelê Behrêynê tevî kiryarên tepeserkirinê yên Rêîjîma Alê Xelîfe û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) hema wisa didomin.

Li nearamiyên Behrêynê heta niha bi dehan kes hatine kuştin û bi hezaran kes birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu