IraqNûçeRojhilatanavin

El Ebadî: Em ê îsal bibin şahêdê jinavçûna grûpên têrorîst

Serokwezîrê Iraqê, îro duşemiyê, bi minasibeta gihîştina meha pîroz a Remezanê, xelkê Iraqê û umeta îslamî û hêzên gelanî pîroz kir û xwest ku hemû li cem hêzên ewlehiyê bimînin û bi hevre yekgirtî bin û destnîşan kir ku dê îsal grûpên têrorîst ji nav herin.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê kanala Sûmêriye News a Iraqê, Heyder El Ebadî, serokweîzrê Iraqê, li daxuyaniyekê ragihand: Ez bona gihîştina meha pîroz a Remezanê, xelkê Iraê û umeta îslamî û bi taybet hêzên şervanên me yên qareman pîroz dikim. Meha Remezanê, meha serketinan û meha xêr û bereketê ye ku li ser me nazil dibe û zarokên me li şerrên şerefê bona azadkirina bajarê Felûcê û azadkirina rûniştiyên wê ji destê grûpên têrorîst beşdar in.

Wî ji hemûyan xwest bona piştgiriya ji hêzên ewlehiyê û rawestana li cem wan ji bo azadkirina her navçeyekê ku têrorîstan ew qirêj û gemar kirine, got: welatê me ji ber pirsgirêkên ku tûşî wan bûye, hewcedara yekgirtîbûnê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı