NûçeRojhilatanavin

Êrişa ser artêşa Misrê li bakûra Sînayê

Ji ber êrişa terorîstî ser hêzên artêşa Misrê efserek û eskerek vî welatî li navça El-Erîş a Sînaya Bakûr hatin kuştinê.

Li gor rapora ajansa Fars News’ê, Ji ber êrişa terorîstî ya grûpa terorîst a DAIŞ’ê ser tirombîla hêzên artêşa Misrê efserek û eskerek vî welatî li navça El-Erîş li Bakûra Sînayê hatine kuştin.

Duh sibê jî endamên grûpa terorîst a DAIŞ’ê êrişî ser polîsên ewlehiya Misrê li navça Helwan kirin ku ji ber vê êrişê 8 efser hatine kuştin.

Ji ber zêdebûna êrişên terorîstî ser hêzên ewlehiya Misrê, Ebdulfetah Sîsî serokkomarê Misrê li Sînaya Bakûr rewşa awarte ragihand.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı