NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa terorîstan ser Heleba Sûriyê

Li dewama êrişên bi gullên hwanê yên terorîstan ser bajarê Heleba Sûriyê, hejmarek ji xelkê vî welatî hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gor rapora IRNA`yê, li encama êrişên yekşemiyê şevê yên terorîstan bi gullên hawanê û bi mûşekê ser taxa El-Ramûsê û El-Seryan El-Cedîdeyê ya Helebê, 4 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn

Li encama êrişa mûşkî ya terorîstan ser navçeyên El-Meydanê, Bustan El-Zehreyê û şeqama Nîlê ya Helebê jî 8 welatiyên sûrî ji wan zarokek birîndar bûn.

Welatiyekî sûrî jî li taxa şêx Meqsûd a Helebê ji ber giraniya birînên xwe li encama êrişa hawanê ya roja şemiyê ya terorîstan ser vê taxê canê xwe ji dest da .

Roja şemiyê, 4 kes ji wan du zarok li encama êrişên terorîstan bi gullên hawanê û bi mûşekan ser taxên curbicur ên Helebê hatin kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı