AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Firotina 2 milyon bermîl nifta Îranê bo welatên asîyayî

Alîkarê rêvebirê karên navnetewî yê şîrketa netewî ya nifta Îranê got, bi serêxwegirtina planên zêdekirina derxistina niftê, firotina nifta Îranê bo welatên asyayî yê bigihêje 2 milyon bermîlî di rojê da.

Li gorî rapora kanala ragihandinê ya nift û enerjîya Îranê (SHANA), Seîd Xoşrû her wiha got: Li gorî armanca Îranê ya jordabirina asta derxistina niftê bo 4 milyon û 800 hezar bermîlî di 5 salên pêş da, derfeteke guncav jibo zêdekirina hevkarîya sitratêjîk ligel bikirrên niftê yên asîyayî pêk hatîye.

Seîd Xoşrû bal kişande ser peymana vê dawîyê ya Îran û Çînê jibo hevkarîya di warê enerjîyê da û got: Ev rêketina zemîneyê jibo zêdekirina firotina nifta Îranê bo Çînê bi qasî zêde ji milyonek bermîlî di rojê da pêk tîne.

Xoşrû bi gotina vîya Îran niha di rojê da 800 hezar bemîl niftê difiroşe Çînê, bibîr xist, Hindûstan jî rojê 300 hezar bemîlên niftê ji Îranê dikire.

Wî her wiha got ku Çîn, Hindûstan, Japon û Koreya Başûr di rojê da 18 milyon bermîl niftê dikirin û Îran dikare ji sedî 12`ê vê astê dabîn bike ku di vê rewşê da firotina nifta Îranê bo welatên Asîyayê di rojê da yê bigihêje 2 milyon bermîlî.

Alîkarê rêvebirê karên navnetewî yê şîrketa netewî ya nifta Îranê li dawîyê got: Îran bi zûtirkê yê bibe girîngtirîn dabînkirê berhemên gazê yên pêwîst jibo Koreya başûr û mesrefkirên din ên asîyayî yên van berhemana. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı