LubnanNûçeRojhilatanavin

General Cozef Ewn, bû fermandê nû yê artêşa Lubnanê

Taxima dewleta Lubnanê, Cozêf Ewn wek fermandê nû yê artêşa Lubnanê bijart.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Cozêf Ewn li civîna roja çarşemiyê ya taxima  dewleta Lubnanê bi serokatiya  Mîşel Ewn serokkomarê vî welatî gihêşt pila serleşkiriyê û bû cîgirê general Can Qehweçî, fermandê artêşa Lubnanê.

General Cozêf Ewn xelkê bajaroka El-Eyşe li başûrê Lubnanê, perwerdeya eskerî li Sûriyê û Emerîkayê dîtiye û beriya  ku bibe fermandê artêşa Lubnanê, fermandê tîpa nehan a artêşa Lubnanê li navça  başûrê çemê Lîtaniyê bû ku vê dawiyê li çiyayên  bajaroka ERsalê li bakurê rojhilata  Lubnanê hatiye bi cihkirin.

Taxima dewlet Lubnanê her wiha li civîna  xwe ya îro general Tonî Selîba wek sekreterê giştî yê ewlehiya welatê Lubnanê bijart.

General Îmad Usman jî wek rêveberê giştî yê nû yê hêzên ewlehiya navnxweyî ya Lubnanê hatiye bijartinû û bûye cîgirê general Îbrahîm  Besbûs.

Fermandê artêşê û rêveberên giştî yên hêzên ewlehiya giştî ûnavxweyî yên Lubnanê divê  ji eşîrên xiristiyanî, şîe û sune bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu