ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê karên derve yê Ermenistanê ligel Elî Şemxanî

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê, Elî Şemxanî roja duşemiyê, 6`ê Hezîrana 2016`an, li hevdîtina ligel wezîrê karên deve yê Ermenistanê, Êdward Neilbendiyan, li Têhranê li bara gengeşeya Qerebaxê û qeyrana sînorî di navebra Ermenistanê û Komara Azerbaycanê bi wî ra axivî û amadetiya Komara islamî ya Îranê ji bo dayîna alîkariyê bi mebesta çareseriya siyasî ya gengeşeya Qerebaxê ragihand.

Nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê her viha amaje bi nêrîna taybet a Komara islamî ya Îranê li welatên cînar û berçavgirtina berfriehkirina derfetên hevkariyê li warên cûrbicûr da got: Berfirehkriina hevkariyê li warên ênêrjî, cotkarî, tranzît û veguhestinê diakre rewşeke minasib ji bo du welatan ji bo peywendiya di asta seratir ji danûstandinên aborî xweş bike.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê jî li hevdîtina ligel Elî Şemxanî amaje bi rewşa teze ya pêkhatî piştî lihevkirina navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê kir û li vîn û iradeya Ermenistanê ji bo xurtkirina peywendiyên giştalî ligel Komara Islamî ya îranê pêgiî kir.

Êdwad Neilbendiyan amaje bi rola girîng û bingehîn a Îranê li hevsengiyên siyasî, ewlehî û aborî li navçeyê kir û got: Peywendiyên aborî di navbera du welatan da dikare li warê berfirehkirna hevkariyên hevpar ên ewlehiy ji bo şerê li dijî têrorîsmê û sûcên rêxistinkirî komek ji peywedniyên çendalî pêk bîne.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê bi bîr xist: Civaka cîhanî divê tevî şermezarkirina reftara xerab a hinek ji welatlên navçeyê ku bi piştgiriya malî, perwerdehî û çekdarî ji komên têrorîst agirê şer û pevçûanan gurr dikin, kiryarên tenbîhî li dijî van welatan pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı