ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê lêzanîn û ewlehiya Îranê û Celal Talabani li Silêmaniyê

Wezîrê lêzanîn û ewlehiya Îranê li dewama hevdîtinên ligel rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê, ligel sêkrêtêrê giştî yê Yêketiya Niştîmanî ya Kuridstanê (YNK) hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Hucet ul islam Seyid Mehmûd Elewî wezîrê lêzanîn û ewlehiya Komara Islamiya Îranê ku serdana Herêma Kurdistana Iraqê kiriye, şeva buhurî li nivîsgeha Celal Talibanî, sêkrêtêrê giştî yê YNK`ê bi wî ra hevdîtin pêk anî.

Hucet ul islam Seyid Mehmûd Elewî wezîrê lêzanîn û ewlehiya Komara Islamiya Îranê, tevî ragihandina silavên germ ên rayedarên derecebilind ên Komara Islamiya Îranê bo Mam Celali û hêviya tenduristiyê jibo wî, rola Mam Celali li qada siyasî ya deverê û pêkanîna peywendiyên qahîm di navbera Îranê û Iraqê girîng û binirx wesif kir û pêkutî kir ku istiqrar û ewlehî li Iraqê, bi saya hewldana Mam Celali pêk hat.

Dixtor Ehmedî alîkarê wezîrê lêzanîn û elwehiya Îranê jî bal kişande ser paşxana têkoşîna Mam Celali li hemberî dîktatoriya berê ya Iraqê û ew rêvebvirekî mezin û sembola aştiyê û xîmdarê peywendiyên kûr û xurt di navbera her du welatên cînar Îran û Iraqê da wesif kir.

Mam Celali jî ji ber hevdîtina desteya derecebilind a wezareta lêzanîn û ewlehiya Îranê ligel wî û peywendiyên di navbera her du aliyan da kêfxweşî û rizamendiya xwe nîşan da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı