IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Em ê îsal Mûsilê azad bikin

Serokwezîrê Iraqê tekez kir: Em ê îsal Mûsilê azad bikin. Li gor rapora kanala televîzyoniya El-Iraqiyê, Heyde Ebadî got : Hawara daxwaza alîkariya xelkê Mûsilê jibo rizgarkirina wan û azadkirina vî bajarî ji destê grûpa terorîst a DAIŞ`ê tê bihîstin.

Nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîriya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand: Heyder Ebadî bi hejmarek ji alimên şîe û sune û komîteya oqaf û karûbarên olî ya parlemana Iraqê re bi munasibeta salroja şerê Bedrê ku hevgavê serketinên vê dawiyê û azadkirina bajarê Felûcê ye, civiya û gotûbêj kir.

Li vê hevdîtinê serokwezîrê Iraqê got: Aliman erk û berpirsyariyeke mezin li warê hişyarkirin û dayîna agahiyê bo welatiyan hene û niha derfet heye ku gelê Iraqê bi hev re bibin yek û dev ji firqexwaziyê berdin.

Li vê hevdîtinê Heyder Ebadî got , Xwedê hez ke em ê îsal bajarê Mûsilê azad bikin û pêşdeçûna ber bi vî bajarî didome.

Hin kes dibêjin hûn çima nêzîkî bajarê Mûsilê dibin jiber ku me bajarê Felûcê teze azad kiriye. Bila ez eşkere bêjim ku dijmin bi awayekî yekperçe li hemberî gelê Iraqê şêrr dikin. Em jî di her cihekê da bi dijmin re şêrr dikin. Heke dijmin hin terorîstan dişîne navçeyên başûr ku opersyonên terorîstî cih bînin em ê jî hêzên xwe ber bi Mûsilê va bişînin.

Heyder Ebadî li vê hevdîtinê got: Serketinên li Felûcê ji bo hemî iraqiyan in, hin kesan li vê qadê beşdarî kirin hinekan bi gotinên xwe û hin kesan jî bi alîkariyên aborî li vî karî beşdarî kirin. Vêca ev serketina ya hemî gelê Iraqê ye.

El-ebadî her wiha tekez kir: Em li hember gelê Iraqê berpirsiyar bûne ku li saya hêza eskerî û fedakarîyên hêzên me yên leheng û her wiha yekitiya welatiyên iraqî hemî bajarên Iraqê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı