IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Wê sebebkarên teqîna Keradê, werin qisaskirin

Serokwezîrê Iraqê, teqîna terorîatî ya li taxa Keradê li navenda Bexdayê, ji ber şikesta terorîstan da zanîn û herwiha got: Wê sebebkarên teqîna Keradê werin qisaskirin.

Li gorî nivîsara navenda nûçeyan a iraqî ya Sûmeriyê, serokwezîrê Iraqê, roja yekşemiyê çû seredana cihê teqîna terorîstî li taxa Keradeya Bexdayê û soz da ku wê sebebkarên vê teqînê werin qisaskirin.

Ebadî li dema serdana cihê teqînê got: Terorîstên ku li şêrr de şikest xwarine ji ser bêhêvîtiyê, ew kiryara terorîstî pêk anîne.

Her di vê çarçoveyê de, fermandetiya operasyona Bexdayê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlehiyê, kes û komên têkildrê terorîstên ku li Keradê bombe teqandine, girtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı