IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên artêşa Iraqê derbasî navenda bajarê El-Şerqatê bûn

Fermandarê operasyona Selahedînê ragihand ku artêşa Iraqê derbasî nav navenda bajarê El-Şerqatê bûye.

Li gorî rapora Kurdpressê, serleşkir Cume Înad li gotûbêja bi radyo Sewayê re got: Hêzên rawestana li ber terorîzmê li Iraqê, û artêşa vî welatî û yekînên ser bi wê karîn ku derbasî nav navenda bajarê El-Şerqatê li parêzgeha Selahedînê bibin û çend gundên dedora vî bajarî ji destê endamên grûpa terorîst azad kirin.

Înadi bal kişand ser vê yekê ku endamên DAIŞ`ê dema nêzîkbûna iraqîyan ji vî bajarî revîne û pêşbînî kir ku bajarê El-Şerqatê bi zûtirkê bi awayekî tam û tekûz ji destê DAIŞ`ê were azadkirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı