IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên nû yên Tirkiyê ketine nav bakûra Iraqê

Bingehên nûçan ragihandin ku Yekîneyên nû ji artêşa Tirkiyê ketine nav axa bakûra Iraqê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bingehên agehdar duh yekşemê ragihandin ku 800 eskerên dine Tirkiyê hevrê digel gelek çek û sîlahên giran yên wekî Top û Tankan ketine nav bakûra Iraqê.

Yekîneya nû ya artêşa Tirkiyê ji derbasgeha Îbrahîm Xelîl li bakûra bajarê Duhokê ketine nav bakûra Iraqê.

Hîn bingehên fermî yên Iraqê li vê barê tu daxûyaniyek nedane.

Bingehên xwecî ji Herêma Kurdistana Iraqê jî bilî piştrastkirina vê nûçê ragihandine,  artêşa Tirk duh danê sibehê gelek leşkerên xwe tevî 8 tankan derbasî herêma Sideqa kir.

Tirkiyê li halekê parek din ji eskerên xwe şandiye nav axa Iraqê ku karbidestên vî welatî bicaran ji Enqerê xwestiye, hêzên xwe yên eskerî ji nav axa Iraqê derxîne, lê Tirkiyê bêyî berçavgirtina vê xwesteka dewleta Iraqê hêzên xwe li nav axa Iraqê bi cih kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu