CîhanEwropaNûçe

Hollandî îro ji bo hilbijartinê diçin dengdanê

Hollandî îro ji bo hilbijartina giştî dengdan didin. Li gorî anketên dawî Partiya Lîberal (VVD) ku serokatiya wê Mark Rutte dike bi 27 sendeliyan di rêza yekemîn de ye.

Li gorî anketên dawî yên hilbijartina Hollandayê Partiya Lîberal (VVD) ku serokatiya wê Mark Rutte dike bi 27 sendeliyan di rêza yekemîn de ye û Partiya Azadiyan (PVV) ku serokê wê Geert Wilders e dengan winda dike.

Li Hollandayê dengdayîn li gorî seeta herêmî seet li 07.30an destpê kir. Di hilbijartinê de 28 partî û hezar û 114 namzed ji bo 150 sendelî ketine pêşbirkê. Li gorî pisporên siyasî ihtîmala ku di hilbijartinê tu partiyeke ku bi tena serê xwe bibe desthilat tuneye û dibe pêvajoya avabûna hikûmetê bi hefte an jî bi mehan bidome.

Dengdayîn li gorî seeta herêmî seet li 21.00ê diqede û dibe encamên pêşî derengiya şevê werin eşkere kirin. Medya hollandî piştî qedandina dengdayînê wê anketên dengdayîna sindoqan eşkere bike, encamên fermî jî di 21ê Adarê de wê eşkere bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu