IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Jiyana 200 keçên ‪êzidî‬ di xetreyê de ye!

Bûroya Kesên Hatine Revandin ya Nûnertiya Duhokê, daxuyand ku jiyana 200 keçên êzidî yên li Felluceyê yên di destên DAIŞê de di xetereyê de ye û divê bi lez bêne rizgarkirin.

Terorîstên DAIŞê di Tebaxa sala 2014an de gelek keçen êzidî revandin. Heta niha hinek ji wan hatibin rizgarkirin jî hêj bi sedan kes di destên terorîstan de hêsîrin. Li gelek herêmên di destên DAIŞê de bi sedan keç hêj hêsîrin. Ji wan herêman yek jî herêma Felluceyê ye.
Artêşa Iraqê rojên borî operasyona rizgarkirina Felluceyê da dest pê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı