ÎranNûçeRojhilatanavinSêwiran

Karesata 7`ê Tîrê, belgeyeke têrorîsma ku Amerîka pişta wê digire

Di dîroka Komara Islamîya Îranê da, gellek bûyerên tel hatine tomarkirin ku pergala serdest, rola yekem di wan da hebûye.

Di vê navberê da, divê mirov hefteya duyem a meha Tîrê (26`ê Hezîranê heta 2`yê Tîrmehê) li gorî bûyerên wê demê, hefteyeke taybet bizane.

Ev qonx û beşa dîroka Inqilaba Islamî, tijî bûyer û ligel karenameya xwînavîn a kiryarên têrorîstî ye ku li gorî rêvebirî û rola rasterast a pergala serdest bi serokatîya Amerîkayê li dijî gel û pergala Komara Islamîya Îranê pêk hat. Îran mideha 7 rojan da ket ber çend kiryarên têrorstî.

Zincîrekiryarên têrorîstî yên Koma Minafiqînê li dijî rayedarên Komara Islamîya Îranê di vê qonaxê da giheştin asta herî jorîn.

Di 26`ê Hezîrana sala 1981`ê da, hezretê ayetulah ozma Xaminêyî dema axavtina li mizgevta Ebûzer a Têhranê, ket ber êrişeke têrorîstî.

Piştî vê bûyerê, bi teqîna roja 27`ê Hezîrana 1981`ê ku yek ji teqînên têrorîstî yên herîmezin di dîroka Komara Islamîya Îranê da ye, opêrasyona têrorîstî ket qonaxeke nû.

Di encama teqîna têrorîstî ya 27`ê Hezîrana 1981`ê da, ayetulah Dr. Seyid Mihemed Hisêynî-Bêhêştî serokê Dîwana Bilind a welêt û 72 berpirsên nizamê (4 wezîr, 12 alîkarên wezîri û nêzî 30 parlimanter) di encama bombedanîna Munafiqînê da şehîd bûn.

Di 29`ê Tebaxa sala 1981`ê da jî di encama teqîneke têrorîstî da, Mihemed Elî Recayî, serokomar û Mihemed Cewad Bahuner serkowezîrê demê yê Îranê şehîd bûn. Amerîkayê tevî ku dizanî destê vê koma têrorîst li xwîna bi hezaran insanên bêguneh werdayî ye, di 28`ê Îlona 2012`an da bi daxûyanîyekê navê vê komê ji lîsta sazîyên têrorîst a Amerîkayê derxist û hela jî vê komê disitirîne.

Îran piştî serketina Inqilaba Islamî, bi pêla berfire ya komployên têrorîstî ra rûbirû bû ku qeydkirina navê zêde ji 17 hezar gorîyên têrorîsmê, belgeya vê rastîya tel e.

Endamên koma têrorîst a Munafiqînê di navbera salên 1979`ê heta 1981`ê da hejmarek ji berpirs û hêzên inqilabî û çîn û qatên curbicur ên gel di encama têrorê da kuştin û dema ku neçar man ji Îranê birevin, bi pêngaveke sazişkirinê destpêkê bi piştgirîya welatên ewropî û Amerîkayê, heyamekê li Fransayê man û paşê li gorî lihevkirina jipêşva ji Fransayê derbasî axa Iraqê bûn. Piştî êria Amerîkayê ser Iraqê û têkçûna rêjîma Sedami jî , Amerîka û Ewropayê pişta endamên vê koma têrorîst girtin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li beşeke gotinên xwe li hevdîtina ligel komeke malbatên şehîdên 27`ê Hezîranê û şehîdên parêzvanê mezargehên paqij ku roja şemîyê piştî nîvro pêk hat, bal kişande ser derbasbûna 35 salan ser bûyera teqîna li nivîsgeha Partîya Cimhûrîya Islamî di 27`ê Hezîrana 1981`ê û bibîr xist ku sebebkarên vê cinayetê ku endamên komeke têrorîst û dilreq in, piştî revîna ji welêt bi salan e ku di himbêza welatên ewropî û Amerîkayê da ne ku idiaya serkêşîya têkoşîna li hemberî têrorîsmê û piştgirîya ji mafên mirovan dikin. Lewma rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, bûyera 28`ê Hezîranê bûyereke mezin û hilgirê ders û ibretan bi nav dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı