IraqNûçeRojhilatanavin

Ketina hêzên iraqî nava pêgeha herî dawiyê ya DAIŞ`ê li rojavayê Hîtê

Hêzên iraqî piştî pevçûna çend rojî ya tev endamên DAIş`ê li navçeya El Dolabê ku pêgeha herî dawiyî ya têrorîstên DAIŞ`ê li rojavayê bajarê Hîtê ye, karîn roja duşemiyê derbasî nav vê navçeyê bibin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Farsê, hêzên gelanî yên Iraqê roja duşemiyê ji nişkêve êrişî pêgehên têrorîstên DAIŞ`ê kirin û ketina navçeya El Dolabê û karîn ku navenda polîsê û meydana El Dolabê azad bikin.

Navçeya El Dolabê, pêgeha herî dawîn ê têrorîstên DAIŞ`ê li rojavayê bajarê Hîtê tê hesêb û ketiye 70 kîlometriya rojavayê bajarê El Remadiyê.Artêşa Iraqê û hêzên gelanî, herwiha 12 kîlometerên derdora bajarê El Dolabê ji têrorîstan paqij bikin.
Hevgavê pêşveçûnên artêşa Iraqê, hêzên pispor ên yekîneyên endazyariyê, li navçeyên nû azadbûyî, bombeyan pûç kirin. Herwiha hêzên gelanî û artêşa Iraqê li dewama pêşveçûnên xwe li beşa rojavayê bajarê Hîtê karîn gundê Doliyê ji têrorîstan paqij bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu