IraqNûçeRojhilatanavin

Li teqîna Bexdayê çend kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn

Li gorî rapora AL ALAM`ê, çavkaniyeka ser bi polîsê federal ê Iraqê, îro çarşemiyê ragihand: Teqîna bombeyên ku li du aliyên kolana El Sihe ya li navçeya El Şeib a li bakûra Bexdayê hatibûn danîn, bû sedema birîndarbûna kesekî.

Ew çavkaniya herwiha ragihand: Di encama teqîna bombeka din li nêzîkî bazarekê li navçeya El Sebîhatê li Ebûxureybê li rojavaya Bexdayê de jî kesek hate kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn.

Roja duşemiyê jî di encama teqîan trombîleka bombekirî ya li başûrê Bexdayê de 13 kes hatin kuştin û 31 kesên din jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu