IraqNûçeRojhilatanavin

Navça Wadî Hecerê li rojava Mûsilê hat azadkirin

Fermandehiya operasyona `Neynewa wa em tên` roja înê ragihand ku taxa Wadî Hecerê li perava rastê a bajarê Mûsilê tam ji destê DAIŞê hat azadkirin û laya Iraqê ser avahiyên wê hat bilindkirin.

 li gorî rapora Someriye Newsê, Ebdulemîr  Reşîd Yarullah fermandê vê operasyonê bi daxûyaniyekê ragihand: Hêzên rawestana li ber terorîzmê vê sibê karîn taxa  Wadî Hecerê tam azad bikin û alaya Iraqê ser avahiyên wê bilind bikin. Li rojên buhurî taxa El-Kefaatê li perava  çepê ya Mûsilê jî hat azadkirin û alaya Iraqê ser avahiyên  wê hat bilindkirin. Yarullah got : Gelek xisar li terorîstên  DAIŞê li vê operasyonê ket. Hêzên rawestana li ber terorîstan ku li halê şerê kolan bi kolan li rexê rastê yê Mûsilê ne niha  karîne  tax û gundên  zav li mêhwera rojava  vî bajarî ji lepên DAIŞê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu