Balefirên şêrr ên Siûdiyan di dewama binpêkiirna agirbesa îdiayî ya xwe, cihwarên jiyanê li parêzgehên Cuf li bakur û Mareb li navenda Yemenê dane ber bombeyan. Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî her wiha navçeyên Cah, Cebeliye û Hîsê li parêzgeha Hudeydeyê li rojavaya Yemenê dane ber êrîşên asimanî.
Xwandinê bidominêErebîstan
Karîkator- Dawiya şerê Siûdî Amerîka û Yemenê
Xwandinê bidominêBerdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got ku firokeyên Siûdî di 48 saetên bihurî da 50 caran êrîşî Yemenê kirine. Li gorî rapora IRIB Newsê, Yehya Serî, Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Parêzgehên Seide li bakur û Hece li bakurê rojavaya Yemenê herî zêde ketine ber van êrîşan. Hîn tu raporek derbarê goriyên van êrîşan belav nebûye.
Xwandinê bidominêHevalbandiya Siûdî duh êvarê bi mûşekî û topxanê êrişî ser malên xelkê li bajarê Menbe ya parêzgeha Sedeya Yemenê kirin. Li gor IRIB Newsê, Çavkaniyên yemenî ragihandin ku dengê çend teqînên bihêz li bajarê Menbe ya parêzgeha Sedeyê bihîstin. Hîn ti raporek ser xisarên ji ber vê yekê negihêştine. Êrişên Hevpeymaniya Siûdî ser xelkê Yemenê di rewşekê de ye ku…
Xwandinê bidominêEndamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê bi raghandina agirbesê ji hevalbendiya destdirêjkir a siûdî xwest ku şêr rawestîne û teqez kir: Bila Erebistanê derfeta agirbesê bi kar bîne. Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê Muhemed El-Bexîtî got: Piştî ku qawet û hêza eskerî ya Yemenê ji hemî cîhanê re hat selmandin û gelek xisaret li destdirêjkiran ket, niha…
Xwandinê bidominêWezareta Berevaniya Amerîkayê (PENTAGON) ragihand merîka hêzeke din a leşkerî wê bişîne Erebistana Siûdî û Îmaratê. Wezîrê Berevaniyê Amerîkayî Mark Esper li aşkere kiribû Serokê Amerîkayê Donald Trump, şandina hêzên Amerîkî bo wan herdu welatan erê kir û dê ew ji bo berevaniyê li wir bin. Herwiha Esper da zanîn ku Amerîka van hêzan dişîne li ser daxwaza Erebistana Siûdî…
Xwandinê bidominêSerokomarê Amerîkayê Donald Trump di wê peywendîya têlêfonî de amajeyî êrişa bi balafirên bêpîlot a hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê ser palavgehên Buqeyq û Xoreysê yên Şirketa Netewî ya Nifta Erebistanê (ARAMCO) kir û got ku ew êrişa dê bandoreke nerênî li abora Amerîka û cîhanê bike. Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê duh di bersiva cinayetên…
Xwandinê bidominêWezîrê Enerjîyê yê Erebistanê ragihand ku bi dû êrişa bi balafirên bêpîlot a Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê ser palavgehên nifta Erebistanê, nîvê derxistina niftê li vî welatî hatîye sekinandinê. Wezîrê Enerjîyê yê Erebistanê Ebdulezîz Bin Selman got ku êrişa bi balafirên bêpîlot a yemenîyan ser palavgehên Buqeyq û Xureysê bû sedema rawestandina derxistina niftê li wan du…
Xwandinê bidominêNîşabzanên yemenî 7 kirêgirtîyên seûdî li Parêzgeha Hecê li bakura rojavaya wî welatî kuştin. Kanala Al Masîrê ya Yemenê ragihand ku ew 7 kirêgirtîyên seûdî di encama opêrasyona nîşanbaz û Komîteyên Gelanî yên wî welatî li du bereyên Al Matûn û Selebê li Parêzgeha Hecê da hatin kuştinê.
Xwandinê bidominêYekîneya balafirên bêpîlot a Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê şeva borî balafirgeha Ebhayê li başûra Erebistanê bombebaran kir. Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê Yehya Serie got: Yekîneya balafirên bêpîlot ya cureya Qasif-K2 ya Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê di bersiva cinayetên Hevpeymaniya Siûdî de operasiyoneke berfire li dijî Rejîma Siûdî daye despêkirin ku bombebarankirina balafirgeha Ebhayê li başûra…
Xwandinê bidominê