ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Nûnerê Îmam Xameneî bi têkoşerên berxwedanê re li Hemaha Sûriyê hevdîtin pêk anî

Nûnerê Îmam Xameneî li Sûriyê seredana navçeyên azadbûyî yên parêzgeha Hemahê li rojava Sûriyê kir û bi têkoşerên berevanên heremê li vê navçeyê gotûbêj û hevdîtin kir.

 Ayetullah Ebulfezlê Tebabatebayiyê Eşkêzerî li serdana  xwe ya Newrozê ji navçeyên  azadbûyî  yên parêzgeha Hemahê, silavê rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî ji têkoşerên  berevanê heremê kir û li bara tevgera  operasyona azadkirina navçeyên  Hemahê û xurtkirina meqerên  hêzên  berxwedanê li Sûriyê agehdar bû.

Nûnerê Îmam Xameneî li Sûriyê her wiha li hevdîtina bi têkoşerên  berevanê heremê li Hemaha Sûriyê xelatên  tiberik li herema hezretê Zeyebê (S) û hezretê Ruqeyê (S) raberî têkoşerên  berevanê heremê kir.

Artêşa Sûriyê bi piştgiriya komên  berevanê gelanî nêzîkî du mehan  berê bi kokbirrkirina komên terorîstî pirraniya navçeyên  parêzgeha Hemahê azad kirin.

Sûriye heft sal e bi hebûna komên çekdar û terorîstî mîna DAIŞ` ê û bereya El-Nusreyê ku ji aliyê rojava û hin welatên  navçê piştgirî dibin rastî qeyranê hatiye.

Bi pêşdeçûna Artêşê û hêzên  berxwedanê, Sûriyê piştî bi salan berxwedanê,  li bereberê serketina tam li hember terorîzmê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu