ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya fermandarê sînorvaniyê yê Îranê li ser rawestandina qaçaxa madeyên narkûtîk

Fermandarê sînorvaniyê yê hêzên dabînkirina ewlehiyê (Intizamî) yên Komara Islamî ya Îranê li ser dewama hewildana ji bo rawestandina qaçaxa madeyên narkûtîk li sînorên Îranê pêgirî kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar sertîp pasdar Qasim Rizayî, fermandarê sînorvaniyê yê hêzên dabînkirna ewlehiyê yên Îranê roja duşemiyê li kêleka civîna hevpar a berpirsên saziyên şerê dijî madeyên narkûtîk ên parêzgehên rojhilat û başûrê Îranê li Têhranê amaje bi kêmbûna berbiçav a peydakirina madeyên narkûtîk li sînorên Efxanistanê kir û got: Vê demê peydakirina madeyên narkûtîk ji sînorên Efxanistanê gihîştiye asta xwe ya herîkêm anku sê ton û nîvê di heyamam îsal da.

Serdar Rizayî her viha got: Qaçaxa madeyên narkûtîk ji sînorên Pakistanê pêvajoyeke ber bi zêdebûnê hebûye û îsal zêdetir ji 25 ton cûreyên madeyên narkûtîk li sînorên vî welatî hatine peydakirin.

Fermandarê sînorvaniyê yê Îranê bi gotina viya ku niha li sînorvaniya Efxanistanê kiryarên baş pêk tên, her viha got: Sînvanên pakistanî jî divê ku erka xwe cih bînin û ev yeka hewcedara dîplomasî û pêngavrakirina hevpar û hevdem li sînoran e ku divê li sînorê Pakistanê pêk were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu