ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgirya rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ser ”dabînkirina ewlehiya civakî û exlaqî”

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ser çavdêriya tam û ciddî ya berpirsên hêzên ewlekairyê (intizamî) ser `Saxlemiya raman, kiryar û exlaq kedkaran` û `Dabînkirina ewlehiya civakî û exlaqî’ pêgirî kir.

Hezretê ayetullah Uzma Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li gotinên xwe yên îro yêkşemê li hevdîtina tev fermandar û berpirsên hêzên întezamî yên Komara Islamî ya Îranê nasyar bi NAJA`yê, mijara dabînkirina ewlehiyê gelek girîng nirixand û ragihand ku ev mesela divê bimijara sereke ya welêt û tevî pêgiriya li ser viya ku bêyî ewlehiyê jiyana rojane ya xelkê, xebatên zanistî , zanîngehî û abûrî û rêvebirina welat nepêkan e, got: Pêngavrakirin û kiryara di warê abûra berxwedanê û pêkhatina geşatiya abûrî li ser esasa şiyana navxweyî jî hewcedara ewlehiyê ye.

Hezretê ayetullah Uzma Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişande ser viya ku pêwîst e hêzên ewlekarî (întezamî) û saziyên berpirs li ser xîm û binyata bêewlehîtiyên civakê lêkolînê bikin û destnîşan kir; Saxlemî û baldarî û vîn û morala bilind a fermandarên derecebilind ên hêzên ewlekariyê û reftara bi însaf û bi nêrîna bavtiyê ya wezîrê karê hundir tev hêzên ewlekariyê mecalên baş in ku divê zêdetir ji berê bona bidestxistina armancan bên bikaranîn.

Hezretê ayetullah Uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişande ser viya ku pêwîst e rûvekekî baş ji hêza ewlekariyê li cem xelkê bê nîşandan û destnîşan kir; `Îqtedar û bihêzbûna bêyî bêrehmiyê`, `Saxlemiya navxweyî`, `Amadebûna bi dem û bilez`, `Dilovanî û alîkariya xelkê` û `Şopandina qanûnê` ji wan hegeran da zanîn ku dibe sebeb xelk pê nêhrînekî erênî berê xwe bidin hêzên ewlekariyê.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wisa pêşketinên Îranê li van 37 salan tevî hemû xebatên dijminan baş û berdewam da zanîn û got; Pergala Komara Islamî bi palpiştiya xelkê, dijmin têk birine û xebata wan bona bêhêvîkirin, reşbînî û pêkanîna nakokiyan li nav welêt ji ber hêrsbûna wan ji pêşketinên Îranê da zanîn.

Hezretê ayetullah Uzma Xamineyî hemû berpirsên welêt vexwendin ku yekîtiya xwe biparêzin û destnîşan kir; Dijmin dixebite ku duberetî, dufirqeyî û ducemseriyê li welêt pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu