FilistînNûçeRojhilatanavin

Pejirîna bûdcê çêkirina bajarokên siyonîstnişîn li nav axa Filistînê

Li gor rapora rojnama HAARETS a siyonîstan, desteya wezîran a Rêjîma Siyonîst îro şemiyê bûdceyeke 20 milyon dolarî ji bo çêkirina bajarokên siyonîstnişîn li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê pejirand.

Hatiye ragihandin ku bûdca hanê piştî rêketina navbera du partiyên siyonîst ên Lîkûd û Mala Cihûyan pejirî û qirar e ku sibe yekşemê naveroka vê bûdca hatî pejirandin bê ragihandin.

Rejîma Siyonîst herwisa ragihandiye ku 15 hezar malên nû dê li navça Qelendiya li Qiraxa Rojavaya çemê Urdinê ava bike.

Terseyî nerezamendiyên navçeyî û navnetewî li hemberî siyaseta bajarokçêkirina Rejîma Siyonîst, Telavîv hîn jî destdirêjiyên xwe bo ser axa filistîniyan didomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı