NûçeRojhilatanavin

Pêkanîna El Qaidê û DAIŞ`ê ji aliyê Erebistanê ve bi îzna CIA`yê

Raporek ser navê `Siûdiyan DAIŞ`ê pêk anîne û CIA jî vê yekê dizane` bi awayekî berfireh li medya amerîkî hatiye weşandin û li serê nûçe û raporan da ye.

Rapora Mukurhatina siûdiyan, destpêkê rojnama îngîlîzî ya Financial Times`ê li nivîsarekê li bara Can Kêrî, wezîrê karên derve yê Amerîkayê, weşand û nivîsî ku siûdiyan gotine Kêrî ku wan DAIŞ`ê pêk anîne û haya CIA`yê jî ji vê yekê heye. Piştî vê karê rojnama Faynaşinal Times`ê, medya curbicur ên amerîkî jî wê weşandin.

Siûdî herwiha li gotûbêja tev Can Kêrî, destnîşan kirin ku ji ber xwetêkilkirina Amerîkayê li Rojhilata Navînê, Riyaz, destpêkê El Qaidê û paşê jî DAIŞ`ê damezirand. Li gorî îdiaya siûdiyan, êrişa Amerîkayê ser Iraqê di sala 2003`an, li ser xêra Îranê bû diviya ku hin kar bona sekinîna li hember wê cih hatibana.

Ronald Êrnêst Pal, nivîser û siyasetmedarê berê yê amerîkî ku demekê nûnerê Kongira Amerîkayê bûye, li gotûbêja tev Daniyêl Mek Adamz, birêvebirê cihanînê yê saziya Ran Pal`ê, got, Mukurhatina siûdiyan li bara pêkanîna DAIŞ`ê tiştekî ecêb nîne.

Li gorî gotina Êrnêst Pali, Erebistan bêyî agahiya Rêxistina Sîxuriyê ya Amerîkayê (CIA) nedikarî ku DAIŞ`ê pêk bîne. Vî nivîserê amerîkî got, CIA û wezareta berevaniya Amerîkayê (Pêntagon), bi destpêbûna qeyrana Sûriyê, dest bi handana ji bo wêdebirina Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê ji desthilatê kir û ji bo vê karê ew hewcedarê DAIŞ`ê bûn.

Daniyêl Mek Adamz, birêvebirê saziya Ran Pal`ê jî ser vê bawerê ye ku siûdî, DAIŞ`ê pêk anîne û ji hêla pereyî ve pişta wan girtine lê eva Amerîka bû ku rewşê xweş kir ku DAIŞ û El Qaide xwe li cîhanê nîşan bidin. Li gorî gotina Adamz, ew yeka ji ber siyaseta xwetêkilker a Amerîkayê li navçeya Rojhilata Navînê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu