NûçeRojhilatanavin

Pêşwaziya Îranê ji berfirekirina peywendiyên ligel Holendê

Alîkarê beşa Ewropa û Amerîkayê ya wezareta karên derve ya Îranê got: Tu astengiyek jibo berfirekirina hevkariyên Îran ûHolendê di warên curbicur ji wan li warên siyasî, aborî, ticarî û çandiyê da tune.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mecîd Text-Rewançî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê duh êvarê li hevdîtina tev xanima Rênê Conz seroka wezareta karên derve ya Holendê li Têhranê ji berfirekirina peywendiyên her du aliyan pêşwazî kir û tekez kir ku Welatên ewropî viyaneke cidî jibo berfirekirina hevkriyên ligel Îranê hene û Îran jî hez dike asta têkiliyên ligel wan jorda bibe.

Xanima Rênê Conz seroka wezareta karên derve ya Holendê jî di vê hevdîtinê da got: Gellek zemîne bo berfirekirina peywendiyên navbera Îran û Holendê hene û ev welata amade bi Îranê ra li gelek waran hevkariyê bike.

Di hevdîtina Text-Rewançî û Conzê da her wiha alûgurên herî dawiyê yên navçê nemaze yên Sûriye û Yemenê hatin hilkolandin.

Rênê Conz seroka wezareta karên derve ya Holendê li serdana xwe ya Têhranê, bi hin rayedarên din ên dezgeha serokomariyê û wezareta krên derve ya Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı