ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî bo merasima vekirina dehemîn dewra meclisa şêwraya islamî

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li peyamekê bi minasibeta vekirina dehemîn dewra meclisa şêwraya islamî ya Îranê abora berxwedêr û çanda islamî wek du mijarên sereke yên meclisa şêwraya islamî da zanîn.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî îro duşemiyê, 28`ê Gulana 2016`an, li peyamekê bo merasima vekirina dehemîn dewra meclisa şêwraya islamî tevî sipasiya ji amadebûna hemasî ya xelkê li hilbijartina meclisa qanûndarêştinê, şîret li parlamenterên meclisa şêwraya islamî kir ku pêwîstiyên abora berxwedêr û berfirehkirin û xurtkirina çanda islamî bişopînin û her viha xwe ji mijûlbûna ser mijarên partîtî û vebijartina xwestekên kesane li hemberî berjewendiyên gelanî dûr bikin.

Wî ji parlamenterên dewra teze ya meclisê ra got: `Erka inqilabî û qanûnî ya we ew e ku meclisê bikin çepereke qahîm li hemberî fênd û xapandin û zêdexwaziya bêşermane ya istikbarê û ciyekî ronî ji bo palpiştiya gelê bawermend û inqilabî.`

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li vê peyamê bi bîr xist: Gelê Îranê bi amadebûna xwe ya herî zêde li hilbijartina herî girîng a meclisa qanûndarêştinê soza xwe ya dîrokî ligel pergala Komara Islamî careke din dubare kirin û bi vê zimanê zelal bersiva xêrnexwazan dan.

Hezretê ayetullah Xamineyî her viha destnîşan kir: Rewşa tûfanî û aloz a navçe û cîhanê û şerxwaziya navneteweyiya desthilatdar û girêdayiyên wan, Îrana islamî tûşî rewşeke lihevaliyayîtir ji berê kiriye.

Wî iqtidara Îranê ji bo rûbirûbûna ligel vê rewşê hewcedara hişmendî û vîna bilind û hebûna berpirsiyariyê ji aliyê gişt berpirsan da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya li ser pêwsîtiya pêkanîna abora berxwedêr tevî hemî pêwîstiyên wê her viha hewildana jidil ji bo berfirehkirin û xurtkirina çanda islamî, got: Mijarên din ên sereke li beşên cûrbicûr ên têkildarî iqtidara neteweyî û xurtkirina ewlehî û parêzbendiya welêt hene ku pêkhatina edaleta civakî û serxwebûn û pêşketina welêt misoger dikin û naskirina van mijarên sereke ji erkên parlamenteran e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı