NûçeRojhilatanavinSûriye

Qebûlkirina meslehetî ya şandina alîkariyan bo Helebê ji aliyê terorîstan

NY ragihand ku grûpên çekdar li rojhilata Heleba Sûriyê ji ber meselheta xwe şandina alîkariyên mirovheziyê qebûl kirine.

  Li gorî rapora El-Alamê, NY roja pênşemiyê ragihand ku kesên çekdar li rojhilata Heleba Sûriyê qebûl kirine ku alîkariyên mirovheziyê derbasî vê navçê bibin û Rûsiyê jî ev yeka piştrast kiriye.

Li gorî vê raporê, NY got ku  li bendê ye hemî grûpên  têkildar li Sûriyê vê meselê qebûl bikin.

Ev ali halekê ye ku hêzên artêşa Sûriyê li dewama operasyona azadkirina bajarê Helebê li bakurê vî welatî helîqa dorpêça terorîstan li navçên rojhilata yên vî bajarî şidyayîtir kiriye û artêş û hevpeymanên wê roja pênşemiyê li navça meydan Beîdînê li rojhilata Helebê nêzîk bûne.

Hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê her wiha  ber bi mêhwera Enzaratê û Mesakîn Henanûyê ya Helebê bipêşde çûn û karîn ku bereyên piştgiriya terorîstan li navçana  qut bikin û li bereberê serdestiya tam a beşên rojhilata Helebê bin.

Hejî gotinê ye ku  terorîst xelkên sivîl ên sûrî wek mertala însanî li hember bipêşdeçûna hêzên artêşa Sûriyê bi kar tînin.

Huseyn Deyab waliyê parêzgeha Helebê jî ji çekdarên rojhilata Helebê xwest ku derfeta pêkhatî (Efûya giştî ya ragihandî ji aliyê Beşar Esed)bi kar bînin û xwe radestî hêzên artêşê bikin.

Di eynî demê de hêzên artêşa Sûriyê bi êrişa ser navça El-Zehre El-Aliyê li bakurê parêzgeha Hemayê li rojava  Sûriyê hejmarek ji terorîstan kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı