ÎranNûçeRojhilatanavin

Rê û risma bi coş a salvegera azadkirina Xuremşehrê li seranserê Îranê

Hevgavê salvegera azadkirina Xuremşehrê (23`ê Gulana 1982`an) sibeha îro duşemiyê, banga berxwedan û serketinê ji kanalên curbicur radiyo û têlêvîzyonê, mizgevt, gemî û trenan rabû.

Nûkirina peymana ligel armancên Îmam Xumêynî (Rehmeta Xweêd lê be) , rê û risma hevpar a sibehê ya hêzên çekdar li serenserê Îranê, nimandina 700 cild pirtûkên bi mijarên berevaniya pîroz li parêzgehên curbicur, nehemîn kongira neteweyî ya rêzgirtina fîdakaran û lidarxistina nîşangehên wêneyan ên Berxwedan û serfiraziyê, beşek ji 500 bernameyan e ku ji roja îniyê va bi minasibeta himaseya azadkirina Xuremşehrê li Îranê li halê birêxistinê ne.

Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, li destpêka civîna îro ya vê saziyê, sêyê meha Xordadê (23`ê Gulanê), roja azadkirina Xuremşehrê, rojeka girîng li dîroka gellê Îranê da zanîn.

Di eynî demê de serdar serleşker, Mihemed Baqirî, serokê erkan û karûbarên hevpar ên erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamiya Îranê, li axiftinekê li Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, tevî pîrozkirina salroja azadkirina Xuremşehrê herwiha got: Operasyona Bêytulmuqeddesê û azadkirina Xuremşehr, encama şêrr ser kar û qazanca Îranê guhert.

Serleşger Baqirî, destnîşan kir: Rejîma Beis a Iraqê li şerrê sepandî, bi piştgiriya giştaliya paşverûyên navçê û hêzên serdestîxwaz ên cîhanê, êriş bire ser xelkê Îranê ku di vê şerrê de tu amadetiyeka wan ji bo berevaniyê tunebû, lê serencam tenê tişta ku ma, têkçûna bi zilet a destdirêjkeran bû ku bû para dijminên Îranê.

Ishaq Cihangîrî, alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamiya Îranê jî li nehemîn kongira neteweyî ya rêzgirtina ji fîdakaran li Têhranê bi minasibeta azadiya Xuremşehrê, got: Ev hemaseya mezin, ji bo gelê Îranê mezinahî bi xwe re anî û rewşa dinyayê ya çekdariyê guhert.

Cihangîrî bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê li şerrê sepandî yê Rêjîma Beisa Iraqê ku bi nûneratiya zilhêzên cîhanê êrişî Îranê kir, serbilind derket û herwiha got: Piştî azadiya Xuremşehrê, Îranê karî xwe bi hêzeke nû nîşanî dinyayê bide.

Emîr deryadar Hebîbullah Seyarî, fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamiya Îranê jî îro li gotûbêjekê salvegera azadkirina Xuremşehrê, roja berxwedan, fîdakarî û serketina xelkê Îranê da zanîn û herwiha got: Îro artêş bona berevaniya ji Komara Îslamiya Îranê, sênaryoyên curbicur û bi taybet li deryayê hene.

Herwiha Emîr sertîp Ferzad Ismaîlî, fermandê bargeha hewayî ya Xatemulenbiya ya artêşa Komara Îslamiya Îranê jî bi minasibeta gihîştina 34`mîn salvegera azadkirina Xuremşehrê, li peyamekê ragihand: Hemaseya ku xortên îranî li azadkirina Xuremşehrê afirandin, bi awayekî bû ku niha bi derbasbûna gellek salan , bîreweriya wan camêrtiyan, tirs û xufê dixe dilê dijminan. Li peyama sertîp Ismaîlî de hatiye ragihandin ku xelkê Îranê îro jî wekî 34 salan beriya niha amade ne ku li hember zêdexweziyên dijminên Îranê, hemaseyan biafirînin.

Îro, 3`ê Xordadê, 23`ê Gulana 2016`an salvegera azadkirina Xuremşehrê – bajarekî perravî li başûrê rojavayê Îranê – di sala 1982`an e. Roja ku Xuremşehr ji aliyê hêzên îranî ve azad bû û hêzên iraqî heya piştî sînoran hatin paşdadayîn, roja ku têde tilsima têkneçûna Iraqê hate işkandin.

Ev roja 34 salan beriya niha li rojhejmêra Komara Îslamiya Îranê, wekî Roja Berxwedan û Fîdakarî û Serketinê, hatiye binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı