ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî: Divê xeyanetên Emerîkayê li bara mesela rêketinnama navokî ji raya giştî re werin ragihandin

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî duşemiyê şevê li hevdîtina tev komek ji helbestvanan li şeva jidayîkbûna Îmam Hesenê Mucteba(S) got: Divê xeyanetên Emerîkayê li bara mesela rêketinnama navokî ji raya giştî re werin ragihandin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li şeva jidayîbûna hezretê Îmam Hesenê Mucteba(S) komek ji hogirên çand û ferhengê, اosteyên helbest û wêjeya farisî û helbestvanên ciwan û pêşeng ên Îranê û hejmarek ji helbestvanên welatên Pakistan, Hindistan û Efxansitanê bi hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî re hevdîtin pêk anîn.

Hezretê ayetullah Uzma Xamineyî hilêxistina xeyanetên emerîkiyan li bara mesela rêketinnama navokî yek ji babetên giring ji bo nivîsîna helbestên zindî da zanîn û got:Xêncî siyasetvanan, hunermend û bitaybet helbestvan divê rastiyên hanê ji raya giştî re ragihînin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî destnîşan kir: Îro rojê şerekî din ji cureya şerê nerim û xebateke siyasî û çandî di rojevê de ye û di vê meddanê divê helbest wek amêreke bibandor, erk û berpirsiyariya xwe cih bîne.

Wî bal kişand ser pêwîstiya rewacdana helbest û pexşanên zindî û bihelwset di astên berfireh û berpirsiyariya radyo û televîzyonê û saziyên din ên berpirsiyar li vê barê û destnîşan kir: Îro anegorî berê helbestên zindî û balkêş ên mîna helbesta li bara Filistîn, Yemen, Behreyn, berevaniya pîroz, şehîdên melevan, şehîdên parzêvanê mezargehên pîroz an mezlûmiyeta micahid û têkoşerên mîna şêx Zekzakî şêxê mezlûm, wêrek û micid û biviyan ê Nîceriyê tên gotin lê mixabin ev helbestên bibandor û moralbexş bibaşî nayên rewacdan û belavkirinê û li vê barê kêmasî û kêmkarî û sersarî heye.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ji hin kiryarên şaş derheq rewacdan û rêzgirtina li hunemendên bêbawer û bêşol rexne kir û got: Mixabin crinan rêz li kesekî ku serê derziyekê hez û meyla ser têgih û hizrikên Îslam û inqilaba Îslamî nîşan nedaye tê girtin lê hunermendê ku hemî emr û sermaya xwe ya hunerî li riya islamê û inqilabê derbas kiriye rêz lê nayê girtin û qet bala xwe nadinê.

Wî bal kiaşnd ser mînakên noheyên bi naverokên dewlemend û bicoû li serdema rawestana li ber rejîam dîktatoriyê û her wiha li dewrana berevaniya pîroz û got: Helbet meydan û cureya şêrr roja îro bi serdema xebat û têkoşanê û salên destpêka inqilabê ra ferqa wê heye û em niha li meydana şerê nerim û şerê siyasî, çandî, ewlehî û rawestana li ber mudaxile û destwerdanê de ne ku li vê meydanê fikir û viyan li halê têkoşanê ne û helbest amêrek sereke û bibandor li vî şer û têkoşanê ye.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li vê hevdîtina germ û gurr tewsiye li helbestvanan kir ku ser amadekirin, wergerandin û weşandina helbestên li bara mesela Filistîn, berevaniya pîroz, navçê, Yemenê bisekinin û mijar û naverok û peyvên binirx ên dua û dîlekan û nivîsarên olî di nava helbestên xwe de bixebitînin û helbestên ayînî û mezhebî yên bi naveroka dewlemend û bihêz jibo guhestina fêrkariyên îmamên mesûm û paqij (S) binivîsin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı