ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêketina navbera Îran û Hindustanê bona berfireh kirina meydana gazî ya Parsa Başûrî

Elî Ekber Şebanpûr birêveberê kompaniya nift û gaza Parsa Başûrî li civîna duh a xwe tev birêveberên kompaniya hindî ya “O.N.J.C.Wîdşa“ Hindê got: Pêwîste ku tîmên karnasiya her du welatan hetanî kutahiya Septambrê bi hevra rûnin û gotûbêjên xwe yên sereke bi hevra bikin ta ku rêketinnama berfireh kirina meydana gazî ya “ Ferzada B“ were îmzakirinê.

Birêveberê kompaniya nift û gaza Parsa Başûrî bal kişande ser encama erênî ya gotûbêjên navbera aliyên îranî û hindî li vê barê û got:Li gotûbêjên ku li vê barê da hatine kirin, li ser pêşniyara kompaniya hindî ya li bara çawaniya sermayedanînê li vê meydana gazî bi hizûra birêveberê sermayeguzariya kompaniya nift û gaza Îranê hate axivtin û karzanên du aliyan bîr û bawerên xwe zelal şirove kirin ku sercem ev civîna erênî bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu