CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî li hevdîtina bi Makron ra: Derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî karekî neqanûnî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Sêşemiyê li hevdîtina bi Êmanoêl Makron, serokomarê Fransayê li kêleka Heftî û sêyemîn Civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê, derketina Yekalî ya Amerîkayê ji lihevkirina navneteweyî ya atomî berovajiya qanûnan û karekî neqanûnî da zanîn û li ser hewildana civaka cîhanî ji bo sekinîna li hemberî yekalîtîşopiyê ûparastian Lihevkirina Atomî pêgirî kir.

Hesen Rûhanî her wiha têrorîsm wek xetereka mezin ji bo civaka cîhanî da zanîn û berfirehkirina hevkariyên du welatan ji bo têkoşîna giştalî li dijî têrorîsmê li navçe û civaka cîhanî girîng da zanîn.

Êmanoêl Makron jî li vê hevdîtinê tevî diyarkirina hevderdiya xwe bi boneya şehîdbûna hejamreka gelê Îranê li êrîşa têrorîstî ya Ehwazê (başûrê rojavaya Îranê), li ser hewildana Fransayê ji bo parastina Lihevkirina Atomî pêgirî kir.

Serokomarê Fransayê gotûbêja bi Îranê ra wek welatekî bibandor li navçeyê di riya têkoşîna dijî têrorîsma cîhanî girîng da zanîn û got: Divê em hewil bidin ku bi berfirehkirna hevkariyan lio hemberî têrorîsm û yekalîtîşopiyê li cîhanê rawestin.

Rûhanî û Makron li vê hevdîtinê her wiha tevî pêgiriya li ser pêwîstiya hewildana bi armanca berfirehkirina pêwendî û hevkariyan navbera Îran û Fransayê li pişkên cûrbicûr ji wan ticaret, abûr, danûstandinên malî û enêrjîyê ragihandin ku tu berbendek ser riya berfirehkirin û xurtkirina hevkariyên du welatan tune.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı