NûçeRojhilatanavin

Serdar Selamî: Berfirehkirin û pêşxistina sîstima mûşekî ya Îranê girêdayiyê viyana siyasî ya ti hêzekê nîne

Cîgirê fermandê gişî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got : peyama meşqa mûşekî ya vê dawiyê ya sipahê pasdaran ji dijmina re eva bû ku geşatiya sîstimên mûşekî yên Komara Îslamî ya Îranê girêdayiyê viyana siaysî ya ti qawet û welatekî nîne .

Cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got : peymana meşqa mûşekî ya vê dawiyê ya sipahê ji dijmian re eva bû ku berfirehkirin û û geşatiya sîstimên mûşekî yên Komara Îslamî ya Îranê girêdayiyê viyana siyasî ya tu hêzekê nîne .

Li gorî rapora IRIB Newsê, serdar Husêyn Selamî çarşemiyê şevê li gotûbêja tev kanala 1ê ya televîzyonê li bara ceribandina mûşekên Qedr û Qiyamê li roja sêşemiyê û çarşemiyê got: bi avêtina van mûşekana , cîhanê hêz û qaweta Îranê ya pêşîlêgirtinê dît.

Wî bal kişand ser vê yekê ku ev meşqa bona dilniyabûna ji parastina amadetiyan û jordebirina hêza sîstimên mûşekî yên Îranê cih hat û destnîşan kir : ev mûşek xêncî rewşa teknîkî, nijyarî û fîzîkî howiyeteke stratejîk û siyasî hebûn û ew peyamên siaysî yên meşqê bûn ku bo hemî welatên cînar û misilman peyama piştgirî, ewlehî û aramiyê hebû.

Cîgirê fermandê giştî yê sipahê got : piraniay welatê Îranê xwediyê navçên avêtina mûşekê ye û Komara Îslamî ya Îranê dikare heke pêdivî be volkana mûşekan ber bi dijmin avêje .

qonaxa dawiyê ya meşqa mûşekî ya îqtidara Wilayetê ya hêza hewa-fezaya sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê cih hat ku têde têsta mûşeka dormenzîl, niqtegir û Balêstîk a Qiyamê serketî cih anî .

Meşqa mûşekên niqtegir a dûrmenzîl a Qedrê H û F jî roja çarşemê li dewama qonaxa dawiyê ya meşqa îqtidara Wilaytê serketî cih hat . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu