IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku bona jinavbirina terorîzmê pêwîst e hemû welatên cîhan destekê bidin hevdu

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ku bona pişkdariya li civîna ewlehiyê ku li Mûnîxê bi rê dikeve seredana Almanyayê kiriye, duh îniyê ragihand ku hedefa vê sefera wî gotûbêja tev karbidestên welatên cîhanê li bara çawaniya jinavbirina terorîzmê ye û got: Bona Iraqê girînge ku li şerê dijî terorîzmê welatên cîhanê jî li kêlega gelê Iraqê bin.

Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku ew dê li konferansa ewlehiya Mûnîxê li bara mêrxasî û camêriya gel û artêşa Iraqê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê biaxive got: Hêzên artêşa Iraqê, polîs, hêzên gelanî û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê bi hevgirtina xwe dijî terorîstan şer dikin.

Wî got: Hêzên gelanî yên Iraqê saziyekî dewletî û palpiştekî baş bona artêşa Iraqê ye ku ji ber piştevanî û fitwaya zanayên mezine dînî li Iraqê, pêk haT.

Parlemana Iraqê li 26 Mijdara sala 2016 li dengdanekê ragihand ku hêzên gelanî yên Iraqê pişkek ji hêza çekdare Iraqê ye û pejirîna vê qanûnê bûye sebeb ku hinek ji welatên navçê ku piştevanê terorîstanin, nîgeran bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı