FilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Seyd Nesrullah: Berxwedan ji Îsraîl û Emerîkayê natirse

Sekreterê giştî yê Hizbullaha libnanê bi muansiabeta salvegera şehadeta fermande û rêberên berxwedanê ji xebatên Îmam Xumeynî(Rehmetullah Eleyh) rêz girt û salvegera serketina Inqilaba Îslamî ya Îranê li hezretê ayetullah xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û berpirsan û gelê Îranê pîroz kir.

 Seyd Hesen Nesrullah,   Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, berêvariya  pênşemiyê li mersima  salvegera şehadeta  rêber û fermandên berxwedanê ji wna  seyd ebas Mûsewî, raqib Herb û Îmad Muqniye, her wiah got : Li darxistian  vê mersimê  jibo nasiyarkirina  nivşa  hevdem û nivşa  pêşerojê bi rêberên rastîn û kesên ku  jibo serketinê fîdakarî kirin û karîn bi sedaqet û sebrê li hember dijminan rawestin.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha lubnanê bal kişand ser helwêstên  Îsraîlê û destnîşan kir: Wer xûya dike helwêstên  Îsraîlê li bara hizbullaha Lubnanê tundtir bûne û ev rejîma  Hizbullah Lubnanê wek yekim gefa li dijî xwe dizane û ev ajibo  berxwedanê nîşana şanaziyê ye.  Li gorî gotina  seyd Hesen Nesrullah, gefên Îsraîlê nû nîne û wer xûya dike  zexta ser gelê Libnanê bi taybet ser berxwedanê, armanca  Îsraîlê  ya niha be.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Heta ger Donald rump serokkomarê Emerîkayê îznê bide Netenyahû an wî han bide ku êrişî ser Libnanê bike ev yeka  berxwedana  Îslamî natirsîne.

Seyd Hesen Nesrullah diyar kir: Hin welatên  ereb jibo dayîna  xerca şer Îsraîlê tev lubnanê amade ne û belgeyên  li bara  piştgiriya  erebî ku îzna  destpêkirina  şerê 2006`an da îro pirtir ji her wexteke din eyan e.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê diyar kir: Niha tiştê ku  jibo Îsraîlê ji şerê li Libnanê an Gazayê giring e, eva ye ku  gelo dê ev şera bi ser bikeve an na? û armancên Rejîam siyonîstî bi xisareke  herî kêm  li bereya navxweyî cih tê an na?

Sekreterê giştî yê Hizbullaha lubnanê destnîşan kir: Qaweta berxwedanê û hebandîbûna wê, helwêstên  qahîm û xurt ên Mîşel Ewn serokkomarê Libnanê hokara sereke  ya qaweta vî welatî ye û dijmin her wexta ku  hest bike  berxwedan lawaz bûye  ber bi şerê li hember Lubnanê ve  tê handanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu