CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinek pêk anî

Kurê Qralê Siûdî û Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî prensê welîaht Muhammed Bin Abdulaziz Selman li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinek pêk anî. Li gorî zanyariyan di hevdîtinê de têkiliyên ekonomîk û rewşa dawî ya şerê Sûriyeyê hat nirxandin.

Di mijara hevdîtina Muhammed Bin Selman û Donald Trump de şerê ku li Yemenê dimeşe jî hebû. Berpirsên Siûdî beriya hevdîtinê ragihandi bûn ku ew dixwazin hevkariya xwe li Rojhilata Navîn zêde bikin, berjewendiya herdu welat bi pêş bixin û girîngiyê bidin van têkiliyan.

Siûdî Erebîstana ku di cihanê de herî zêde petrolê îxrac dike, di nava koalîsyona dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu