ÎranNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Buxtanên Herîrî bi Îranê ve girêdide, gotinên siûdîyan in

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li karên navnetewî, idiayên dijî Îranê yên Seid Herîrî derew zanîn û got ku ew gotinên siûdîyan in.

Elî Ekber Wilayetî rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li karên navnetewî îro li koma nûçegihanan got: Herîrî idia kirîye ku ji Îranê xwestîye li Libnanê destwerdanê neke lê wî tişteke wiha negot û muzakirên me wisan ku wî idia kirîye bi tu awayî tund û hişk nebûn û evana hemî derew in.

Wilayetî herwiha got: Ev idia gotinên siûdîyan û wan kesan in ku çavê wan bar nagire dostîya istiratêjîk a Îran û Libnanê bibînin.

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilabê li karên navnetewî bi gotina vîya ku Herîrî li vê hevdîtinê dixwest di navbera Îran û Erebistanê de navbeynkarîyê bike, ragihand: “Min di bersivê de got ku me tu pirsgirêkek digel muzakirê tineye û bê guman em ji wê pêşwazîyê dikin.“

Wilayetî herwiha got: Ji Herîrî re hat gotin ku Erebistan 3 sal in ku gelê bê guneh ê Yemenê dide ber bombeyan û gelê vî welatî wisan hatîye dorpêçkirin ku heta xwarek û derman nagihêje wan ku vê yekê tu têkilîyek bi sîyasetê re tineye.

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilabê li karên navnetewî herwiha got: “Min ji Herîrî xwest ku ji siûdîyan re bêje ku ji ber mirovantîyê be jî van pirsgirêkana ji bo gelê Yemenê saz nekin û bi wan re muzakirê bikin ji ber ku rêçareya van meseleyana muzakire ye.“

Wilayetî peywendîyên Komara Islamî ya Îranê û Libnanê birayane û istiratêjîk zanîn û hêvî kir: her tişt bi awayekî asayî û aştîyane pêşde here.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu